Peymangeh
Nearby government services
Duhok Street
duhok zrka
Duhok.iraq
Duhok / Masik
ٍسيمئل/مقابل (مطعم كوجر)
ناحية قصروك
Bazar
ahmad
مخيم دوميز اول طريق السوق
You may also like
Contact information, map and directions, contact form, opening hours, services, ratings, photos, videos and announcements from Peymangeh, Library, Kamp a Domîz, Duhok.
Serdan û diyarî
Îro înê 22.12.2023 Z, pir kêfxweş bûm bi serdana kekê hêja û rewşenbîr bavê Dilşad, ku bi sipasî ve sê pirtûkên biraderê hêja
nivîskar û çîroknivîs Ebas Elî Mûsa
ji min re ji Qamişloka evînê weku diyarî anîbûn.
Di vê hevdîtina herî xweş de, me demek baş li ser filoklor û kultûrê kurdî derbas kir, sipas ji bo serdana te û wan diyariyên ku ji Qamişloka evînê paytexta Rojavayê Kurdistanê.
Silav ji Duhoka rengîn paytexta kurmancaxêvan.
Em jî beşdarbûn di merasîmên vekirina ofîseke nû ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî Rojava li parêzgeha Duhokê li Domîz li roja pêncşemê rêkeftî 21.12.2023 Z.
Pîroz û her serkeftî bin.
Bê guman serdana nexweşan erk e, nexasme Nivîskar, Rewşenbîr, Kurdperwer û Welatparêz.
Vêca serdana mela Ebdulhekîm jî her wesa, hêviya saxî û silametiyê jê re dixwazin.
Aşiqê Dilberê Mûsa bavê Gulê, cihê te behişta berîn be.
إنّ لله وإنّا إليه راجعون
Çend roj ji rojên payîzê Herêma Kurdisatanê hûn hembêzkirin.
Çend Dezgeh û Saziyên Rewşenbîrî sînga xwe ji we re vekirin.
Çend xweş e hevalên mirov Rewşenbîr û Nivîskar bin.
Çend xweş e dostên mirov Camêr û Comerd bin.
Çend xweş e hogirên mirov Cansivik û Çalak bin.
Çend xweş e dost, heval û hogirên baş bin.
Sipas ji bo serdana we ya zor giring delalên dil.
Em jî li gel dost û hevalên rêzdar di merasîma vejînkirina roja Ala Kurdî de, li kempa Domîz beşdarbûn.
Îroj şemiyê 16/12/2023 gelek kêfxweş bûm bi dîtin û serdana helbestvan Mistefa Hemdî
Hevdîtinek xweş bû, sipas ji bo serdanê û wê diyariyê.
Roja Ala Kurdî pîroz be
Ala me ye û canê me ye.
Em Cejna Rojiyên Êzî li Xwîşk û Birayên xwe yên Êzidî pîroz dikin.
Hêvî ye ku hemû rojên wan kêf, xweşî û cejin bin.
Çîrokek ji Kovara Sivore hejmara 283 ji bo zarokan hêvî ye ku bi dilê we bê
Çîroka berî xewê
(( Daristana bêdeng ))
Çîroknivîs : Rondik Mizûrî
Latînîkirin : Vanês Mîranî
Rojekê du zarok bi navê Arî û Arya diçine Daristaneka bêdeng û ji nişkekê ve Arya zerfekê mezin yê naylon dibînê û gazî Arî d**e were ev e zerfekê naylonê ye ..!
Arî tê û pêk ve berê xwe didin wê zerfê ku gelek tişt di nav de bûn, wekî : pirtên şekirokan, naylon, nan, pitat, birinc, çendîn bermaykên dîtir ên xwarinê, herdu gelek tûrebûn û got : ev e kê wekiriye?! Nabê xelik bermaykên xwe bavêjne van deveran divê bavêjne di nav setlên gilêşê de..! Wan diviya bizanin ka kê wekiriye...
Arî û Aryayê dest bi lêgeryanê kir, lê li Daristanê wan çi tişt wê rojê nedîtin û bi bêdengî ji Daristanê derketin û çûne mal. Demê bûye şev Arî û Aryayê biryar da sibehê zû biçin û li dûv wan zerfan biçin ka kê avêtiye di nav Daristanê de. Li roja paştir sibehê zû rabûn û taştiya xwe xwarin û derketin û çûne di nav Daristana bêdeng de û gelek çûn, ji nişkekê ve dengek hat Arî gote Aryayê : were vê derê da em xwe veşêrin! Herdukan xwe baş li pişt darekê veşart li wir du mirov dîtin jinek û zilamek yên xwarinê dixun û zerfên xwe tavêjin Erdê...!
Arî û Aryayê berê xwe dane hevdu û paşî biryar da li dûv wan biçin, ew gelek bilez çûn wan jî bilez da dûv wan û gelek mandî bûn. Piştî nêzîk bûn gazî wan kir : xal xal xal xalet xalet xalet...
Ew jin û mêr e rawestiyan û li pişt xwe zivirîn û digot : ev deng e ji kû ve tê?! Ew zarok gelek biçûk bûn li destpêkê ew nedîtin û piştî dîtin gote wan : çi bûye hûn ji bo çi li dûv me tên? Arî û Aryayê pêk ve gote wan : me dît we gilêş ditavêjte Erdê li nav Daristanê! Demê wan guh li van axaftinan bûyî jin sor bû ji şerman de bêdeng û mendehoş man û paşî gote wan : hûn rast dibêjin selka gilêşê nebû ji ber wê me gilêş avête Erdê.
Arî û Aryayê gote wan : ev karê hûn dikin ne yê ciwan e demê hûn selkên gilêşê nebînin divê hûn gilêşê xwe li gel xwe bibin, ev kar e gelekê metirsîdar e li ser Jîngehê û nabê careka dî gilêşê xwe bavêjne ser Erdê li Daristanê, ev kar e wê bibe metirsî li ser jiyana Giyaneweran û dibê ew hizir bikin xwarin e û bixun û ziyan bighê wan.
Ew herdu poşman bûn û çûn zerfên xwe yên gilêş rakirin û gote Arî û Aryayê : em dê bibin bikne di nav setlên gilêşê de, çûne serê Arî û Aryayê û soz dane wan ku çi carên dîtir gilêş navêjne Erdê li Daristanê û lêborîn ji wan xwast.. bi dilxweşî û ken gote Arî û Aryayê : bi xatira we ... Arî û Aryayê jî gotiyê bi xêr biçin.
Ev dem û hemî demên we bi xêr û xweşî bin dost û hevalên hêja.
Ev çend peyvên li xwarê kî ji wan ya herî rast û dirust e, li gorî boçûna we û ji bo çi???
Spas
Sipas
Supas
Sepas
Sêpas
Ka em bîr û boçûnên we yên rêzdar bibînin.
Bingehê Laliş û têkistên pîroz ên Êzidiyan
Li roja pêncşemê 7.12.2023 Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetiyê li hola Şêx Şamo li Duhokê rabû bi saxkirina penelekê li dor têkistên pîroz ên Êzidiyan li bin navê ( têkistên pîroz ên Êzidiyan... Mêjû û paşeroj ), bi beşdarbûna çar penelistan ew êvarî ye hat xemilandin, m. Şemo Qasim, Dr. Memo Osman, m. Şemal Xemo û Qewilbêj Xewace Xetarî.
Bê guman bi amadebûna cemawerekê baş ji akadimist, nivîskar û rewşenbîran.
Sipas bo Desteya Bilind a Bingehê Laliş ya Rewşenbîrî û Komelayetiyê li ser rêkxistina vê penelê.
Çend wêne ji Dîdara Vegêrana Kurdî yek li Sêmêlê. ya ku di 28 - 29 / 11 / 2023 de hatiye gêran.
Îro roj a sêşemê 5/12/2023 pir kêfxweş bûm bi dîtina nivîskar û helbestvan Şiyar Alyanî
Sipas ji bo serdana te, tu li ser çavan hatî keko.
Em beşdarbûn di çalakiya îmzekirina pitûka ( Weryana Xemên Nezayî ) û ya ( Mêvanên Emerîkî ), roja duşemê 27/11/2023 li hola Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî.
Çalakî ji bo van Nivîskaran hat lidarxistin.
Nivîskar Mihemed Çelkî semînarek li ser pirtûka Weryana Xemên Nezayî, pêşkêş kir.
Nivîskar û wergêr Sadiq Salih, li ser pirtûka xwe ya nû çapkirî Mêvanên Amerîkî axivî.
Helbestvan Dildar Mihemed, çend parçe helbest in ji pirtûka xwe ya nû çapkirî Weryana Xemên Nezayî xwend, û pişt re ahenga îmzekirina herdu pirtûkan hat gêran, û li ser amadebûyan hat bilav kirin.
اتحاد كتاب كوردستان سوريا
ممثلية كوردستان - كويلان
تدعوكم لحضور الأمسية الشعرية لمجموعة من الشعراء والشاعرات بمناسبة ذكرى رحيل الشاعر الكبير سيدايي جكرخوين.
1 - مقدم البرنامج:
- أ. إدريس حسو.
2 - الشعراء والشاعرات :
- أ. شيار آلياني.
- أ. بابيسوك عامودي.
- أ. حمدية مسطي.
- أ. راكان حسو.
- أ. مصطفى العلي.
المكان: مركز روشن بدرخان الثقافي في مخيم كويلان.
يوم السبت الموافق 21 - 10 - 2023 ، في تمام الساعة ( 7 ) السابعة مساءً.
بحضوركم تحلو أمسيتنا
الدعوة عامة
قوافل شكر ومدائن امتنان لاسرةمجلة سيريناد الغراء.
Click here to claim your Sponsored Listing.
Category
Contact the organization
Website
Address
Kamp A Domîz
Duhok
Duhok
تحترم عقول اطفالكم ،تثري أوقاتهم وتطلق العنان لخيالهم Its where every story is as sweet and light as biscuit يوجد خدمة توصيل لكافة المحافظات العراقية
Duhok TV
Duhok, 42001
هزر نەکە دەمێ ژیی ستەمکاری زیدە دبیت خودێ ژبیرکرییە ، بروڤاژی هندی ستەما وی زیدە بیت کەتنا وی قورسترە
Zakho Street
Duhok, 42001
Guided by the past and focused on the future! We are dedicated to advancing teaching, research, and
Duhok
1400+ books An Initiative to collect books for IDPs The Idea is to donate and collect books